Kurmanji Kurdish

Di zimanê xwe de alîkarîyê divê? Ji 1800 512 451 re telefon bikin û wergêrek bixwazin.

Şêwirmendên darayî yên karsaziya piçûk

Xizmeta Şêwirmendiya Darayȋ ya Karsaziyên Biçûk, ji bo xwediyên karsaziyên ku di bin rîska zehmetîya aborî de ne an jî zehmetiya aborȋ dikşȋnin, desteka şêwirmendiya darayȋ ya belaş dide.

Şêwirmendên darayȋ li Queensland ji bo bazirganên bi serê xwe, karsaziyên mîkro û biçûk desteka nepenî, bêalî, rû bi rû didin.

Şêwirmendên darayî yên karsaziyên biçûk bi xwedîyên kar re dixebitin:

  • tenduristiya karsaziyê kontrol dikin da ku rewşa darayî ya heyî fêm bikin û awayên çêtirîn rêveberiya darayî yên we destnîşan bikin
  • destkariya hikûmetê (wek hibe)
  • ji bo pirsgirêkên darayî çareseriyên teybetî bibînin
  • rîska darayî nas bikin û stratejiyên kêmkirina rîskê bixin cîhê
  • deynan birêve bibin (di nav de muzakere û diyarkirina çareseriyên ku dikarin bi rê ve bibin)
  • plansaziya serfiraziyê pêk bînin
  • nûkirina pilana karsaziyê an jȋ çêkirina planê
  • veguhestineke birûmet a derveyî karsaziyê (eger pêwîst be) pêk bînin
  • bi xizmetên desteka pisporî yên berfirehtir ên wekî şêwirmendîya hiqûqî, piştgirîya bazarkarîyê an jî bi şîretên muhasebeyê re pêwendîyê deynin.

Şêwirmendên darayî yên karsaziyên biçûk, wek parçeyekî Tora Piştgirîya Karsazîya Biçûk dixebitin, ku di heman demê de rahênerên biçûk yên başîya kar û şêwermendên darayî yên gundewar jî hene, ji bo we û karsazîya we xizmeteka piştevanîyê ya paşîn peyda bikin.

Cihên şêwirmendê darayî yên karsaziyê piçûk

Li seranserê Queensland şêwirmendên darayî yên karsaziyên biçûk hene. Ew di nav de cih digirin:

Piştgirî

Heger şêwirmendên me yên darayî ne li cihekî nêz bin, ji bo piştgirîya onlayȋn hun dikarin bi şêwirmendê xwe yê darayî yê herî nêz re bikevin têkilîyê.

Heger pêdivîya we bi alîkarîya bi zimanê we hebe, şêwirmendên darayȋ dikarin alîkarîya we bikin ku hun xwe bigihînin xizmetên wergêrên bê pere.

Pîvanên lihevhatinê

Ji bo ku hun xwe bigihînin şêwirmendekî darayȋ yê karsaziyeke biçûk, divê karsaziya we (dema serlêdanê):

  • ji 100 kêmtir xebatkarên wan hene (wek tam-demî)
  • an jî di bin tehlûkeya tecribeyê de bin, tengasiya aborî
  • xwedî Jimareya Karsazîya Australya (ABN) çalak be
  • Li Queenslandê e.

Karsaziyên mîkro û bazirganên bi tenê dikarin xwe bigihînin rahȋnerekȋ.

Şêwirmendên darayî yên gundewar

Şêwirmendên darayî yên gundewar alîkarîya cotkaran, kargehên masîvanîyê, cotkarên daristanê, çinîna sewalan û karsazîyên biçûk yên peywendîdar dikin ku di karên xwe de zehmetîyên darayî dijîn. Ew dikarin alîkarîya we bikin ku:

  • veguheztina ji krîza darayî
  • başkirina tendirûstî û saxlemîya darayî
  • pêşvebirina qazanckirina karsaziyê
  • bi firotinan an jî bi şûn de derketina birûmet hêsantir bikin (heger hewce be).

Cihên şêwirmendê darayî yên gundewar

Şêwirmendên darayî yên gundewar li seranserê Queensland hene. Ew di nav de cih digirin:

Piştgirî

Heger şêwirmendên me yên darayî yên gundewar ne li cihekî nêz bin, ji bo piştgirîya onlayȋn hun dikarin bi şêwirmendê xwe darayî yê gundewar yê herî nêz re bikevin têkilîyê.

Heger pêdivîya we bi alîkarîya bi zimanê we hebe, şêwirmendên darayȋ dikarin alîkarîya we bikin ku hun xwe bigihînin xizmetên wergêrên bê pere.

Pîvanên lihevhatinê

Ji bo ku hun xwe bigihînin şêwirmendekî darayî yê gundewar, divê karê we (dema serlêdanê):

  • karsaziyek hilberîna bingehîn a bazirganî be
  • an jî di bin tehlûkeya tecribeyê de bin, tengasiya aborî
  • xwedî Jimareya Karsazîya Australya (ABN) çalak be
  • li Queensland be.

Her wiha li ber çav bikin...